Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 4 MAY 2024 19:18 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Çaksazî yan nûjen kirin.

SAT, 11 AUG 2007 23:03 | KRG Cabinet


Heso Hurmî


Mirovî hizir kirin di pêşeroja xweda her ji destpêkê ji xwe re kir ye kar û pêş lewra pir pandora xwe xistiye ser jiyana mirovî û buye sedema duristkrina werçeb û guherînên giring di pêvejoya livlivîn û pêşdeçûnê da û mirovî her hewil daye şêwazê reftara xwe li gel dorûberê xwe di pir biyavan da pêşbêxe. Çunke em mirovîn her tim di guherînê û livlvîneke berdwam de ne evca çi ev guherîn di jiyana meda yan jî di mejî û hizir û bîrên meda be û her dû jî girêdayî hev in û hev temam diken .

Di civatgehê me da ji guherîn û nûjenkirin û hevçerxkrin xuya dibe, helbet pişti bahoza guherînê û cihangîriyê şaperên xwe bi ser cîhanê da ber dayin. Gelo ev kilwaşê jiyana me wê bi kêr nivşên paşerojê û dahatî were ? Celo rolê revenda me li Europa (li der veyi welatî ) di piroseya guherînê û xwe guncandin li gel pêşhatiyên nu wê di ci astî da be û li gel mifa wergirtin li kulturê bab û kalan .

Evê cihangîriyê hindek boşatî û valatîyên mezin û aloz ji me re li pişt xwe hiştin evê jî hinekê rastî hizrên olî û dinî tê, cunke binyatên olên rojhilatê pir di dêrîn û neliv in lê ma gelo ew binaxên hizrên dinî li ser hatin ava kirin li gor mercên îro ne ?

Lê diser vê yekê re jî hilgirên hizrên olî di berxwadaneke berdwam de ne û di bine sedema ne pêşveçûna civatgehî yan jî pêşkeftineke ne bilez anku pir hêmin û hêdî, belku bibe rêgir ji çaksaziyê re .

Renge pir alozî û kosip di kevine rêka bizava çaksaziyê da, di demê di civatgehîyê de berjewndî hevdû ne grin û danûstandina bi aqilane li gel yê beramber ne be, hingî dê keve bin bahoza jêkvebûnê û jinavçûnê û diyalog tê girêdan bi gev û bê dengî yê û tirsê ve û cih nagire belku diyalog beref mirnê diçe.

Li dmê behsa çaksaziyê tê kirin dîn û ol tê ne ser ziman. Bi giştiî dînên serdest (desthilatdar) pêwiste dev ji wê yekî berden ku bêjin tenê rastî li cem me ye û hewil biden li ser kesên din jî bisepî ne û beref qebûlikrina kesên din jî yen hevdij dîtina min a siyasî û hizrî di yek civatgehê da herin lê bi rastî jî eve hinekî kar ji lazime û ne bi senahî wê rubide

Kî bi rola çaksazi yê rabibe :

1- Rewşenbîr: Pêwîste rewşenbîr delîveya xwendina paşerojê bi dest ve bîne û bibe xwedan asoyekî geş û li çareyan bi gerê û xwe ji hizrên kevin qurtal ke û her tim bibe xwedan destpêşxerî ji bo ku berî arêşe bibe jiwar , rewşenbîrî jê re çare hebe û xwedan pirojekt be .
Disan pêwiste rewşenbîr bibe rewşenhizir û bizanibe kengî û çi pêtivi ye daku civatgeh xwe jê re hazir û amade bike, daku rewşenbîr serkêşiya civatgehê bike fere yê wêrek be ji bo destnişankrina xalên pêwistî bi guherîne hebin.

Pirsek tê hole gelo her tim rewşenbîr li gel pêşveçûn û çaksazi yê ye? Nexêr, carna ji hindek rewşenbîr di bine sedema ku dolaba çaksaziyê ne zivire û di bin kelim di rêya bizava nujenkrinê da û livlivîn wê ne ye xurt be, evjî li demê rewşenbîr li gel desthilatdariya olî -siyasî be (ji bo parastina berjewndiyên xwe tayibet û kesokî )û xwedan dîtnên kurt be li demê ev cure tuxmê rewşenbîran zêde bin wê bibe diyardeyeke pir tirsanek u kojek, çunke we hewil biden her hizrek yan pirojektekî ronakbîrî nûxwaz bimrînin û nehêle serhilbide, di virda rolê desthilatdaran bi hêz tê hole û hewil diden pitirya rewşenbîran bêxne bin baskên xwe da , bi her şêweyekî be û dikene xwedan paye û cihên bilind, lewma dûbergî di keve nav taxa rewşenbîran û kêş û vekêş çêdibe û ew bixwe ve mişul di bin eve jî bandora xwe ya nîgêtivî dixe ser piroseyê .

2- Dîndar û zanayên olî, wisa tê famkrin ku ol û dîn ji bo rêxirn û rêxstin û cak û başkrina civakan kar diken û di xizmeta pêşvebrina mirovan da ne û dîn alaveke jibo bêşvebrin û çakasaziyê û (di bêjin )tu caran dîn ne bû ye mijara nûjenkrin û dîn bo tev dem û hêwana ye lewma na be dest karî bê kirin, gelo cima piraniya oldaran dijî çaksaziyê ne ? Ez bawerim eger ev pileya (cih yê nîmçe piroz ) xwedan hurmet û rêzeke mezin di destê oldaran de nema ba û dîn nema ba jêderekî diravî û aborî li wê çaxê rolê dîndaran bi şêweyekî din we hatiba naskrin . Aşkira ye ku her hizreke nû ,rêbazeke taze were holê dê rastî berhingariya hilgirên fikir û rêbazên kevin were û hevjî der dikeve, ez bawerim li demê oldar bizanin bin û piştrast bin ku qîmet û biha û rolê wan wê bimîne , bi kêmasî helwîstê wan wê nerim tir be eve jî kar jê re lazime .

3- Saziyên civakê sivîl, pêwîste bi rolê xwe yê xwezayî rabin û astî civatgehî di biyavên çandî - hizrî û civatgehî amade biken ji bo pejirandina her guherînekê û xelkê xwe wis bi den fam kirin ku ew guherîn ji bo başiya wa ne nek berovajî û xelik xwe bi hev pişkê her piroseya çaksaziyê nas biken, dîsan rêxweşker bin ji bo jiyandariya li gel serdemê nû û cîhangeriyê bi me şe , dîn û ol wekû kultûr werin wergirtin nek wek rêbazeke jiyanê û diyalok û danûstandin cih gir be .

4- Tevger û partîyên siyasî, li siyasî bikare rewşa demokratiyê li nav cemawer û xelkê da bi çespîne, erk û mafan dest nîşan bike û siyasetê û dîn ji hev dû cûda bike, kesatiyeke ji xwe bawer peyda bike û xelik bike xwedan biryar li wî demî dê piroseya nûjenkrin û çaksaziyê cihgîr be û rêxweşker be guherîn ji hûndir ser hilbide li gel mifa wergirtin ji ezmûnên biyaniyan . Helbet eve bi giştî nêrînên min bûn li dor çaksaziyê lê di virda fere em amajeyê bi den ser şêwaz û rêk û tiyorên çaksaziyê, bi dîtina min du rêbazên çaksaziyê hene:

A- Rêbaza rîyalizmî û jîwarane ku hêdî bi rêve diçe û zeman (dem) ji fakterên serekene di vê rêbazê da, helbet li ser civatgehî tê peyrewkrin bê ku mirov hest pê bike û tê guncandin, li vir take kes nikare berhingariya vê rêbazê bike çunke piraniya komelgehê li gele. Gelo her tim guherîn sûd bexşe û mifa gehînin? Ev pirsa vekrî li bersiva xwe digere!

B- Rêbaza radîkal (şoreşgêrane) helbet ev şêwaze li dmê çaksazî pir pêwist be û giropek yan (kesek) hilgirên hizra guherînê di amade bin ku werçerxanekê peyda ken. Li alyê din carna serkêşên civatgehî û xelkê belengaz dijî wan radibin û hewil didin binpêkin û bê deng ken ,lê nûkrin û pêşkeftin girêdayî jiyanê ne. …Li demekî dinda em wê liser çkasaziyê di Rojilata Naverast da peyivîn (ÊZÎDIYATÎ wek nimûne )