Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ji bo malpera fermiya Hikûmeta Kurdistanê, teqîna terorîstiya roja duşemê 15.01.2018 li Bexdayê ku meydaneke karkeran kiribû armanc û ji encamê wê teqînê bidehan kesan jiyana xwe ji dest de û birîndarbûn, bi dijwarî şermezar dike.
Dizeyî dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê êrîşa terorîstî bi dijwarî şermezar dike, sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan dixwaze, xwe bi hevxem û hevderdê malbatên qurbaniyan dizane û ji birîndaran re jî hêviya çakbûn û selametiyê dixwaze.