Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 12:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêmê û Yekgitû pêdagirî li ser asayî kirina rewşa Kurdistanê kirin

MON, 15 JAN 2018 20:47 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja duşem 2018-01-15 bi berhev bûna Qubad Talebanî  Cîgirê Serokwezîr tevî şandeka Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê bi serokatiya Hadî Elî Serokê Encumena Siyasî ya vê partiyê civiya.

Di civînekê de bal kişandine ser daxwazkariya Yekgirtûya Îslamî ku berî niha pêşkêşê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirbû û pûdagirî li ser giringî ya xalên di nava vê daxwazkariyê de kirin.

Her du aliyan wek hikûmet û aliyên siyasî yên di nava hikûmetê de pêdagirî li ser asayî kirina rewşê û çareser kirina qeyranên Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha daxwaz kirin ku hemû hewl û şiyan ji baştir kirna vê rewşê bihên dan.

Li dawiyê jî biryar dan ji bo gehiştin bi armanceka hevpar, li ser civênên bi vê awayê berdewam bin.