Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 23:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Brîtanya hewla çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dide

MON, 15 JAN 2018 23:41 | KRG Cabinet

Balyozê Brîtanyayê û Serokwezîrê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.01.2018 pêşwazî li Jon Wilks Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û Martin War konsulê giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Pêşhatên siyasî, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî danûstanidnên vê dawiyê di navebra şandeya Herêma Kurdistan û şandeya hikûmeta Îraqa Federal, di civînê de hatin behis kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya berdewam bûna diyaloga  navbera Hewlêr û Bexdayê li ser astên cuda ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û avêtina gavan ber bi afirandina atmosferekî minasib ji bona danûstandin li ser tev pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bikin.

Balyozê Brîtanyayê got ku ew dê bi cidî lêbixebitin hemû arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin  û niha atmosferekî minasib ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Şandeya mêvan careke din Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê vexwand ku di demek nêzîk de serdana wî welatî bike.

Rewşa herêmî, rewşa herêma Kurdistan, hilbijartinên Îraq û yên Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.