Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:31 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Çareser kirina rewşa niha pêwîstî bi piştgiriya dostan heye

TUE, 16 JAN 2018 22:33 | KRG Cabinet

Rex Tillerson Wezîrê Derve yê Amerîkayê, roja duşemê 15.01.2018, telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û çend mijarên giring gotûbêj kirin û Tillerson got ku Amerîka bi berdewamî giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dide.

Tillerson û Barzanî sala nû ya 2018ê li hev du pîroz kir û wezîrê derve yê Amerîkayê hêvî xwest ku sala  aramiyê be û Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêş biçe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li hember wan danûstandinên berhemdar yên di navbera şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê bi armanca çareserkirina arîşeyan destpêkirine, kêfxweşiya xwe nîşan da,  destûra Îraqê  bi rêya herî baş ji bo çareserkirina tev pirsgirêkan zanî, berheviya xwe ji bo pitştevaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û ji bona berhingarbûna metirsiyên piştî DAÎŞê derdikevin holê, tekîd li ser zêdetir hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqa Federal û Amerîkayê kir.
Tillerson got ku Amerîka piştgiriya prosesa demokrasî û hilbijartinan li Îraq û Herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ser wê kirîza heye de biserkeve û Amerîka jî amadeye hevkariyê di wî warî de bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir ku piştgiriya Herêma Kurdistanê dike û got ku niha metirsiya serhildana tundûtîjiyê heye û bi pêwîstî zanî ku her sê alî; Amnerîka, Herêma Kurdistan û hikûmet Îraqa Federal li ser mekanîzmeke hevbeş kar bikin û bi hev re rûbirûyê tundûtîjiyê bibin.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku Herêma Kurdistanê hertim amadeye ji bo destpêkirina daiyalogê û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re, û danûstandinên şandeya Hewlêr û Bexdayê di rojên borî de bi erênî wesif kir û got ku ji bona zêdetir pêşvebirina danûstandinan piştevaniya hemû aliyan pêwîst e.

Nêçîrvan Barzanî pêdagirî li ser vê yekê kir ku Hewlêr Waşîngtonê bi hevpeymanê xwe dizane û ji bona derbaskirina vê rewşê  pêwîstî bi piştevaniya dostan heye.

Serokwezîr diyar kir ku prosesa siyasî û hilbijartin li Herêma Kurdistanê proseseke cidî ye.