Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 01:03 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Ebadî pêdagirî li ser pabendbûna bi destûrê kirin

SUN, 21 JAN 2018 02:54 | KRG Cabinet

Civîna şandeya Herêma Kurdistanê digel hikûmeta Îraqa Federal

Şandeyeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  roja şemiyê 20.01.2018,  bi endametiya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, serdana Bexdayê kir û digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal civiya û pêşhatên siyasî û emnî yên deverê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqa Federal gotûbj kirin.

Her du alîyan, pêşveçûnên dawiyê yên danûstandinên navbera şandeyên Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, deriyên ser tixûban û balefirxaneyan nirxandin û tekîd li ser berdewamiya wan civîn û dîdaran ku, bi zûtirîn dem rêkarên hinartina miaşê miaşgirêna Herêma Kurdistanê û vekirina balefirxaneyan timam bibin, kir.

Di civînê de çend pirsên peywendîdar bi warê neftê û pabendbûna bi destûra Îraqê hatin gotûbêj kirin.
Piştî civîna bi Serokwezîrê Îraqa Federal re, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya balaya pê re ber bi Tarana paytexta Komara Îslamiya Îranê bi rê ketin.

Şandeya balaya Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê ye û dê digel mezine berpirsên wî welatî  civînan pêkbînin.