Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 04:08 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama sersaxiyê ya wezîrê derve yê Urdinê

SUN, 8 APR 2018 13:20 | KRG Cabinet

Eymen Alsefedî wezîrê derve û karûbarên koçberan yê hikûmeta Urdinê, di peyameke sersaxiyê de, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dixwaz e.

Teksta peyama sersaxiyê:

Birêz: Cenabê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistan-Îraq

Cenabê birayê birêz

Silaveke gerim

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya wefata birayê we xwedêjêrazî, bi îzna Xweda, birêz Dilovan Îdrîs Mistefa Barzanî gihişt me, ku di roja 02.04.02018ê wefat kir.

Rê bi me bidin em rastgotirîn hesta hevsozî û sersaxiyên xwe ji bo wefata birayê we xwedêjêrazî nîşan bidin, Em ji xwedayê mezin daxwaz dikim xwedêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe.

Di vê kovana mezin de em xwe bi hevxemê we dizan in û daxwazê ji Xwedayê mezin dikin we biparêze, xweragirî, aramî û dilrehetiyê bi we bibexşe.

Eymen Alsefedî
Wezîrê derve û karûbarên koçberan
Şanişîna Urdina Haşimî
Nîsan 2018