Şah Ebdulahê Duyem, Şahê Urdinê, bi boneya wefata xwedêjêrazî Îdrîs Dilovan Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand.
Teksta peyama sersaxiyê ya Şahê Urdinê:
Birayê me cenabê Nêçîrvan Barzanî Xwed we biparêze
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê
Silavên Xwede li we bin
Bi xem û kovaneke mezin ve, nûçeya wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Mistefa Barzanî yê birayê we gihişte min, Xwedayê mezin wî efû bike.
Di demekê de ku rastgotirîn sersaxiyên xwe bi vê boneya bi êş ji we re radigehîn im, ji Xwedayê mezin û bi şiyan daxwaz dikim xwedêjêrazî bide ber dilovanî û lêbihurîna xwe û bi beheşta berîn şad bike, aramî û dilrehetiyê bi we û malbata we ya camêr bibexşe.
Birayê we Ebdulahê Duyem kurê Hisên
Şahê Şanişîna Urdina Haşimî
8ê nîşsana 2018ê