Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 17:44 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike

TUE, 10 APR 2018 20:56 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 10.04.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Maksim Maksimov Balyozê Rûsyayê li Îraqê û şandeya pê re ku ji; Viktor Simakov Konsulê giştiyê Rûsyayê li Hewlêrê, Mend Andre Şîretmendê Balyozxaneya wî welatî, Sergey Petrov Serokê Kompaniya Gazprom-Neft li Rojhilata Navîn û Olig Belgin Rêvebirê Ofîsa Hewlêrê ya Kompaniya Gazprom pêkatibû, kir.

Di civînekê de, şandeya mêvansersaxiya xwe û ya hikûmeta Rûsyayê ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî gihand Nêçîrvan Barzanî. Paşê behsa têkeliyên navbera Moskova û Hewlêrê kir û berheviya welatê xwe xwe ji bo zêdetir pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de nîşan de û dilxweşiya xwe jî li hember pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo vê serdanê û pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, sipasiya şandeya mêvan kir û  got ku hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi têkeliyên bi Rûsyayê re didin û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di ware aborî de, nîşan de û hemû hêsankarî jî ji bo sermayedarên rûsyayî nîşan da ku li Herêma Kurdistanê weberhemanînê bikin.

Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên peywendîdar bi rewşa Îraqê çend mijarên din yên rojeva civînê bûn.