Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 17:38 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê pêdagiriyê li ser berhingar bûna tundiyê dikin

WED, 11 APR 2018 09:34 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2018-04-10 pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Ken Gross Konsulê vî welatî li Hewlêrê û şandeka pê re kir.

Di hevdîtinekê bi berhevbûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Silliman sersaxî ji Serokwezîrî Herêma Kurdistanê ji bona wefata Dilovan Barzanî birayî wî kir.

Balyozê Amerîkayî herwiha behsa dawîn pêşhatên deverê, pirosêsa hilbijartinên Îraqî û pêşketina têkilyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spas kirina Silliman û şanda pê re, piştîvaniya Amerîkayê ji bo diyaloga navbrea Hewlêr û Bexdayê giring nirxand.

Her du aliyan di vê civînê de behsa metrisiya serhildana DAIŞê û tundiyê kirin û pêdagirî li ser hevahengiya navbera her du aliyan ji bo berhingar bûna tundiyê kirin.