Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 00:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Hesen Rohanî têkiliyên navbera Hewlêr û Tehranê dinirxînin

SUN, 21 JAN 2018 20:57 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja yekşem 2018/1/21 li Tehrana Paytexta Îranê ji aliyê Hesen Rohanî Serok Komarê vî welatî pêşwazî jê re hate kirin.

Rohanî tevî bi xêr hatin kirina şandeya Herêma Kurdistanê amaje bi têkilî yên kevnar navbera gelê Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kir û ragihand wan di demêm dijwar de alîkariya xelkê Kurdistanê kirine û parastina têkilêiyan bi pêwîst daye zanîn, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê giringiyê bi asayişa Îranê û deverên sinûrî dide.

Her wiha  danustanên navbera Hewlêr û Bexdayê  ji bo çareser kirina pirsgirêkan û dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê û hemû pîkhatî yên Îraqê li ser bingeha Destûrê Îraqê bi pêwîst daye zanîn.

Di vî warî de destxweşî ji şandeya Herêma Kurdistanê kir ku roja berê li Bexdayê bû û danustanên navbera her du aliyan ji çareser kirina pirsgirêkan destpê kiriye.

Serok komarê Îranê daxwaza welatê xwe ji bo pêş xistina têkilî yên abûrî tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê nîşan da û vekirina derî yên sinûr ji bo vê yekê daye zanîn ku Îran daxwaza normal kirina têkiliyan dike.

Her wiha pêdagirî li ser vê yekê  jî kir ku sermaydarên welatê xwe ji bo kar kirinê li Herêma Kurdistanê hay dide.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sipas kirina vê pêşwaziyê, amaje bi têkilî yên kevnare navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kir ku li demêm dijwar her dem derî yên xwe bi ser welatî yên Herêma Kurdistanê vekiriye û her wiha alîkariya avedan kirina Îraqê jî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî pêdagirî li ser siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku faktera seqamgîriyê li deverê ne û bi vê awayê jî dimîn in. Her wiha bi kiryareka baş zanî ku li dema qewmîna her haleteka naxwastî  hemahengî û danustanên pitir navbera her du aliyan hebe.

Ev yeke jî got ku çavrê vê yekê ji Îranê dikin ku ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê Îraqa Federal û dabîn kirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanl li ser hewlên xwe berdewam be. Her wiha got eger zûtir pirsgirêk li gor destûr bihatiban çareserkirin, gelek arîşe yên niha rû nedidan.

Serokwezîr, vekirina deriyên sinûr ji bo gelê Kurdistanê bi taybetî ji bo bazirgan, sermayedaran û akincî yên sinûr bi  kiryareka baş daye zanîn û hêvî xwest hewl ji bo berfireh kirina têkilî yên abûrî berdewam bin û berhevbûna Herêma Kurdistanê jî ji bo hêsankariyan nîşan da.

Her du aliyan li dawiyê jî behsa rewş û dawîn pêşhatên deverê  kirin û dostînî û yekêtî li deverê bi mercê serketên dane zanîn.

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên Serokî Dîwana Serokatoya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevrê yên Serokwezîr li serdana ji bo Îranê bûn.