Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 01:27 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Elî Şemxanî pêdagiriyê li ser parastina asayişa deverê dikin

SUN, 21 JAN 2018 21:37 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja yekşem 2018-01-21 li duyem roja serdana xwe ji bo Tehrana paytextê Îranê ji aliyê Elî Şemxanî Sekreterê Encumena Bilinda asayişa Netewî ya vî welatî pêşwazî jê re hate kirin.

Di civînekê de behsa têkiliyên kevnar navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kirin û pêdagirî jî li ser alîkarî û hemahengiya navbera her du aliyan li dema niha û pêşerojê kirin.

Şemxanî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê giring nirxand û hêviya pitir bihêz kirina têkiliyan li hemû waran xwest.

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hêvî xwest ku arîşe yên navbera her du aliyan  bi diyalog û li ser bingeha Destûrî Îraqê bihên çareser kirin û berhev bûna welatê xwe jî ji bo alêkariyê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kir û amaje bi vê yekê jî da ku Herêma Kurdistanê  daxwaza têkiliyên baş tevî welatên cîranm, bi taybetî tevî Komara Îslamiya Îranê dike û her dem têkiliyên du alê di astekê bikind da bûne û Komara Îslamî li demên dijwar alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û berhev bûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyan li hemû waran nîşan da.

Her wiha bi baş zanî ku Komara Îslamiya Îranê li diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê alîkar be û rola xwe ji bo ji hev nêzîk kirinê û çareser kirna pirsgirêkan û dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê bilîze.

Ev yeke jî got eger Destûra Îraqê bi cih bihê, piraniya pirsên vî welatî çareser dibin û rewaş welatiyên Îraqê bi hemû pêkhatî yên wê baştir dibe.

Her di vê hevdîtinê de pêdagirî li ser parastina asayişa deverê û welatên cîran hate kirin û di vê derbarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her dem faktera asayişê li deverî dibe û bi vê awayê jî dimîne û gelek giringiyê bi parastina asayişa welatên cîran dide.