Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja yekşem 2018/1/21 li seyemîm wêstgeha serdan xwe ji bo Tehranê ji aliyê Elî Larîcanî Serokê Parlemantoya Îranê pêşwazî jê re hate kirin.
Larîcanî pêdagirî li ser dostînî û têkiliyên kevnar navbera gelên Herêma Kurdistanê û Îranê kir û dilgiraniya xwe jî li hember bûyerên vê dawiyê navbera hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Her wihahêvî xwest pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmta Îraqa Federal bi riya diyalogê û li gor Destûra Îraqê bihên çareserkirin û mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhatiyên Îraqê bihên dabîn kirin.
Serokê Parlemantoya Îranê piştîvaniya welatê xwe ji bo diyaloga vê dawiyê ku navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan destpê kiriye nîşna da.
Larîcanî bi amaje bi rewşa deverê pêdagirî li ser tenahiya deverê kir û hêvî xwest têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê li hemû waran bi taybetî li warê abûrî pitir pêş bikeve.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi pêdagirî li ser têkiliyên du alî û dîrokî navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê xuya kir Herêma Kurdistanê her dem faktera tenahiyê li deverê bûye û eva jî siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bi vê awayê jî dimîne.
Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî amaje bi hewlên berdewam û cidî ji bo destpêkirina diyaloga navbera her du aliyan ji bo çareser kirina pirsgirêkan kir.
Nêçîrvan Barzanî di vî warî de rola Komara Îslamiya Îranê ji bo berfirehkirin û ser xistina diyalogê bi baş zanî.