Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 13:49 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Encumena Wezîran dilgiraniya xwe li hember bûyerên Efrînê nîşan da

MON, 22 JAN 2018 20:06 | KRG Cabinet

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê roja dûşem 2018/1/22 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û endanêm kabîneyê civiya.

Li destpêka civînê, behsa dawîn rewşa Efrînê hate kirin û Encumena Wezîran dilgiraniya xwe li hember bûyerên Efrînê nîşan da, bi taybetî ku mirovên sivîl bûne qurbanî. Her wiha daxwaz kir hemû alî dan bi xwe bigirin û bi awayê dûr ji tundiyê pirsgirêkan çareser bikin û welatiyên sivîl nebine armanca operasiyonên leşkerî.

Serokwezîr kûrtiyek derbarê serdana xwe ji bo Bexdayê û civîna tevî Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal xiste berçav.

Encumena Wezîran ev serdan bi gaveka erênî û destpêkeka baş ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û destpê kirina diyalogê daye zaîn.

Her wiha pêdagirî li ser dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê li gor Destûra Îraqê û bi riya diyaloga parseng kir û bi baştirîn rê ji bo çareseriyê daye zanîn.

Encumena Wezîran li pareka din behsa serdana şandeya Herêma Kurdistanê ji bo Tehrana Paytextê Îranê kir.

Serokwezîr derbarê vê serdanê amaje bi vekirina deriyan bi ser Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî û deverê kir û bi gaveka bi berhem ji bo Herêma Kurdistanê daye zanîn.

Her wiha behsa hevdîtinên şandeya Herêma Kurdistanê tevî Hesen Rohanî Serok Komar, Elî Larîcanî Serokê Parlemantoyê û Elî Şemxanî Sekreterê Encumena Netewiya Îranê kir û bi serdaneka serkevtî û bi berhem daye zanîn.

Nêçîrvan Barzanê her wiha got Komara Îslamiya Îranê dixwaze têkiliyên xwe tevî Herêma Kurdistanê li hemû waran, bi taybetî li warên abûrî û parastina tenahiyê pêş bixe û karê weberanînê li Herêma Kurdistanê bike û alîkariya çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê li gor Destûra Îraqê bike.

Li dawiyê jî beşdarên civîna Encumena Wezîran serdana şandeya Herêma Kurdistanê ji bo Bexda û Tehranê giring nirxandin û bi gaveka erênî dane zanîn, bi taybetî destpê kirina diyaloga tevî Bexdayê û vekirina pitir ya navdewletî û deverî bi ser Herêma Kurdistanê.