Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 13:25 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr: Serdana Bexdayê ji bo destpêkirina danûstandin û çareserkirina pirsan destpêkeka baş e

MON, 22 JAN 2018 23:45 | KRG Cabinet

Piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ku, roja 22.01.2018 hat saz kirin, Nêçîrva Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensekê de behsa naveroka civînê, serdana Bexda û Taranê, rewşa Efrînê û çend pirsên din kir û bersiva pirsên rojnamevanan da:

Serdana Bexda

Bi dîtina me ev serdan destpêkeka başe ji bo destpêkirina danûstandinan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Di van civînan de bi awayekî giştî behsa wan pirsan hat kirin yên ku di çarçoveya ew komîteyên pêştir hatibûn pêkanîn û serdana Bexdayê kir bûm û paşî ji Bexdayê jî serdanan Herêma Kurdistanê kir bûn, di vê çarçoveyê de me tekîd li ser wê yekê kir ku divê hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra Îraqê de çareser bin. Cenabê Serokwezîrê Îraqê ev xwestek nîşan de û me jî tekîd li ser wê yekê kir ku em dixwaz in ev arîşe di çarçoveya destûra Îraqê de çareser bikin....
Me, digel Bexdayê, behsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê kir, pirsa neftê me behis kir, pirsa balefirxaneyan û deriyên ser tuxûban hat behis kirin, ji bo van pirsan hemûyan komîte hatin pêkanîn û tekîd hat kirin ku ev komîte dest bi karên xwe bikin û dê peywendî berdewam bin  bi hêviya em bigihin çareseriyeke timam ji bo hemû pirsgirêkên navbera Bexdayê û Herêma Kurdistanê de.

Serdana Taranê

Li ser vexwandina Komara Îslamiya Îranê me serdana Îranê kir, em digel cenabê Serokomar, Serokê Parlamnetoyê û berpirsên din yên Komara Îslamiya Îranê civiyan. Ya giring  ew bû ku di civînan de tekîd li ser têkeliyên dîrokiyên navbera Herêma Kurdistan û Îranê hat kirin û Îranê xwesteke xwe nîşan de ku piştgiriyê li mafên destûriyên HerêmaKurdistanê bike û eger bikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê di çarçoveya destûrê Îraqê de rolekîê bilîzin.
Herwesa behsa wê yekê jî hat kirin ka çawa bikarîn qebareya lihevguhertina bazirganî di nevabera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de zêdetir bikin ji wê ya ku niha heye. Tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin daku lihevguhertina bazirganî û karê sermayerazandinê li her du aliyan zêdetir bibe ku rengvedana wan têkeliyên dîrokî be yên ku di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îranê de heye. Em sipasiya wan dikin ji bo wê pêşwaziya li me kirî û em hêvîdar in ev bibe sedema têkeliyên baştir di hemû waran de digel Komara Îslamiya Îranê.

Daxwazên Îranê ji bo parastina tixûban

Komara Îslamiya Îranê cîrana me ye,  nemeiqule hêzeke çekdar ji Herêma Kurdistanê biçe nav xaka Îranê û kiryarên leşkeî di nav axa Îranê de encam bide û ji bo nav Herêma Kurdistanê vegere. Ev daxwaza Îranê, daxwazeke di çî de ye, ne bi tenê Komara Îslamî, lê her welatekî cîran divê ew daxwaz hebe û em jî divê wê daxwazê bi cidî werbigirin û kar li ser bikin ku çênabe Herêma Kurdistanê bibe meydana encamdana operasyonên leşkerî li dijî cîranên me.  Em daxwazê dikin ku ew hêz û alî jî hûrmeta yasayên Herêma Kurdistanê bigirin. Herêma Kurdistanê di nava van çend salan de selmandiye/îspatkiriye ku fakterê îstîqrarê ye di deverê de digel cîranan. Em weke Herêma Kurdistanê naxwaz in ev têkbiçe, em dixwazin berdewam be.

Têkeliyên Hewlêr û Waşîngton

Têkeliyên me digel Amerîkayê, têkeliyên baş in,  berî sefera me ji bo Bexdayê, şandeyeke Amerîkayê, birêzan (Bret McGurk, balyoz û kesek din ku niha cîgirê alîkarê wezîrê derve ye) hatin Hewlêrê û behsa têkeliyan hat kirin û têkeliyên me baş in.

Civînên Davos

Li Davosê, em dê careke din digel birêz Serokwezîrê Îraqê û digel birêz wezîrê neftê yê hikûmeta Îraqê bicivin, ev jî berdewamiya civînên Bexdayê ye û heta em digihin çareseriyê dê civîn berdewam bin.


Maf û erk

Destûra Îraqê bi zelalî maf û erkên me destnîşan kirine. Di çarçoveya wê destûrê de em daxwazin pirsgirêkên hene digel Bexdayê çareser bikin. Bi dîtina me meseleya çareseriya neftê du qonax e; qonaxek niha ye ku divê bi lezgînî bê çareser kirin. Qonaxa din qonaxeke domdirîj e ku pêwîstî bi civînên zêdetir dike. Pêwîstî bi civînên cidî dike li ser vê meseleyê ku di van çend salên borî de di warê neftê de hatine pêş, ev pirs hemû bên behis kirin û rêyên çareseriyê jê re bên dîtin. Ew çareserî divê bi awayekî bin ku li gor dilê Bexdayê be û birazîbûna Hewlêr jî bin,  em bi vî awayî kar li ser vê pirsê dikin.
Tirkiye û Îran du cîranên giring in
Têkeliyên bazirganî bi Îranê re nabe alternatîva Trikiyeyê, ew welat alternatêvê hev nînin. Tirkiye û Îran du cîranên me yên giring in. Siyaseta Herêma Kurdistanê ewe ku têkeliyên baş di çarçoveya Îraqê de digel van her du welatan hebe. Herêma Kurdistanê dixwaze qebareya bazirganî digel Tirkiyeyê li Îraqê zêdetir be û digel Îranê jî zêdetir be, weke yek.

Efrîn

Ew bûyerên li Efrînê diqewimin bi cidî Herêma Kurdistanê dilgiran kiriye. Herêma Kurdistanê hêvxwaze û daxwaz dike  ew pirs çareser bibe. Dilgiraniya me ya mezin xelkê sivîl yê ku di nav bajarê Efrînê de ye. Em hêvîdar in ev pirs bi diyalog û bikêmtirîn zirar çareserî jê re bê dîtin.

Pirsa Kerkûkê

Weke prensîp madeya 140ê medeyeke zelal a destûra Îraqê ye û ew made behsa çawaniya çareserkirina pirsa wan deverên jê re dibêjin deverên nakokdar dike. Ango deverek ku ne Herêma Kurdistanê dikare bi timamî desthilat bi ser wê deverê de hebe û ne hikûmeta Federal jî dikare bi timamî desthilar li wê deverê hebe. Em careke din tekîdê li ser helwesta xwe dikin ku bicîkirina madeyeke destûrî ku jê re dibêjin madeya 140 a destûra Îraqê, baştirîn rêya çareseriya pirsên deverên nakokdar e. Ev pirs; madeya 140ê û çewaniya bicîkirina wê madeyê û biçîkirina wê mdeyê aramî û asayîş dê ji bo wê deverê û xelkê wê vegerîne,  yek ji wan pirsan bû ku me bi hûrgilî digel cenabê serokwezîrê Îraqê behis kir. Ev pirs bi şev û rojekê çareser nabe, lê em hêvîdar in em bigihin rêkeftinekê li ser nexşerêyekê ku di encam de ew pirs çareser bibe û careke din aramî û asayîş bi timamî vegere ji bo kurd, ereb, tirkmen, mesîhî û hemû pêkhateyên din. Ev daxwaza me ye û divê ji bo bicîkirina wê madeya destûrî xebatên cidî bên kirin.