Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 04:44 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civata Wezîran piroje yasaya parastina berhemên navxweyî pejirand

TUE, 17 APR 2018 23:19 | KRG Cabinet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 17.04.2018 li bajarê Hewlêrê, bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di destpêka civînê de, Newroz Mewlûd Wezîra Şaredarî û Tûrîzmê behsa serdana xwe û şandeya pê re bo Brîtanyayê û dîdar û civînên digel çend kompanî û aliyên peywendîdar bi karûbarên tûrîzmê kir û destnîşana wan waran kir ku biryar e wezareta wê digel wan kompanî û aliyên peywendîdar hevkarî û hevahengiyê bike.

Di civînê de hat behis kirin ku pirosesa tapo kirina ew xaniyên weke zêdegavî li ser zaviyên şaredariyê hatîne avakirin ku, li gor biryarên vê dawiyê yên serokatiya civata wezîran ketiye di warê piraktîkê de, berdewam dibe. Tevî vê jî, civata wezîran piroje biryareke din pesind kir ku taybet e bi tapo kirina wan xaniyên li ser zeviyên hikûmetê yên dikevine nav tixûbê şaredariyan û weke zêdegavî hatine avakirin û xelk têde akincî bûye.

Bi pejirandina vê piroje biryarê hikûmet dixwaze rewşa hejaran ku bi neçarî li ser milkê giştî ji xwe re xanî avakirine, baştir bike. Ev demek dirêje wezareta şaredarî û tûrêzmê li ser vê pirojeyê kar dike û biryar e ji bo pejirandinê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.

Civata Wezîran piroje yasaya çareser kirina zêdegaviyên li ser zeviyên çandiniyê û ew zeviyên ji bo daristan û çerwanan hatine destnîşan kirin, pesind kir, ew piroje yasaye ji aliyê komîteyeke bala ya hevbeş ji wezaret û aliyên peywenîdar hatiye amadekirin û ji bo pesidnkirinê dê ji parlamentoyê re bê şandin.

Li dawiyê jî, civîna Civata Wezîran pêşniyara Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ji bo bi cih anîna her du yasayên hikûmeta federalî yên taybet bi berhem anîna pîşesazî li her du sektorên taybet û hevpar, sala 1998, û yasaya hikûmeta federalî ya parastina berhemên navxweyî, sala 2010 pejirand ku dê roleka ektîv ji bo pêşxistina berhem anînê li sektora pîşesazî û di heman demê de piştgiriya berhemên xwemalî li Herêma Kurdistanê dilîze.