Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 04:53 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr: Divê parlamento pirojeyasaya çaksaziyê pesind bike

WED, 18 APR 2018 00:57 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ya roja sêşemê 17.04.2018ê, di pireskonferensekê de behsa naveroka civînê û çend  mijarên din kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Destpêkê Serokwezîrê cejina Çarşemiya Sor li Êzidiyan pîroz kir

- Herwek hûn dizanin sibê, roja çarşemê, cejina hevwelatiyên me yên êzidî ye, cejina Çarşemiya Sor, ez bi vê helkeftinê bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Civata Wezîran gerimtirîn pîrozbahiyan li hemû hevwelatiyên me yên êzidî li Kurdistan, derveyî Kurdistan û sertaserî cîhanê dikim û cejina wan pîroz dikim. Ez hêvîdar im cejina wan bi xêr û xweşî û serferazî derbas bibe.

Serokwezîr Nêçîrvan behsa naveroka civîna civata wezîran kir

- Civîna îro civînek asayî bû û tê de behsa pirsa çewaniya çareserkirina zêdgaviyên li ser milkê giştî û li ser milk û male hikûmetê hatîne kirin bû ku vê jî pêwîstî bi pirojeyasayekê heye û em hêvîdar in di demek nêzîk de ew pirojeyasaye ji bo pesindkirinê û çareserkirina vê pirês,  ji parlamentoyê re bê şandin.
Yek ji mijarên din yên civînê pirsa hilbijartina parlamentoya Îraqê bû, kampaniyaya hilbijartinê dest pê kiriye û di vî warî de hat xwestin ku kampanyaya hilbijartinê bi awayekî aram û rêxistinî û dûr ji tundûtûjiyê li Herêma Kurdistanê birêve biçe, ya ji bo me giring parastina emin, asayîş û aramiya hevwelatiyên Kurdistanê ye. Hilbijartineke serkeftî ji bo hemû îraqiyan dûr ji şidetê birêve biçe.

Serdana şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê

- Bi rêya ragehandinê min bihîst ku dê şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi fermî di navbera me û Bexdayê de ku şandeyeke Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê bi fermî tiştek nîne. Danûstandinên navbera me û Bexdayê hene di hemû waran de berdewam dibin. Gelek normal e ger şandeyeke me biçe Bexdayê yan şandeyeke Bexdayê bê Hewlêrê, lê heta niha tu rojeke ji bo serdana Bexdayê nehatiye destnîşan kirin.
Li gor em dizanin Bexda dê li ser hinartina perey miaşgirên Herêma Kuristanê berdewam be.

Çaksazî

- Me yasaya çaksaziyê ji bo parlamentoyê hinartiye daku pesind bikin. ji bona encamdana çaksaziyan di hemû waran de li welatê me, ew yasa yasayekî gelek giring e. Em daxwazê ji parlamentoyê dikin di zûtirîn dem de deng li ser wê yasayê bidin û pesidn bikin, heta niha em bi hêvî ne ev yasaye dê bê bicî kirin, ango piştî ji parlamentoyê derdiçe dibe yasa û dikeve di warê piraktîkê de. Ew yasa di berjewendiya Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê de ye.

Çûna pêşmerge bo Kerkûkê

- Li ser pirsa çûna pêşmerge bo Kerkûk û deverên nakokdar, di navbera me, Amerîka û Bexdayê de bi awayekî fermî danûstandin nînin. Me zaniyarî hene ku rewşa emnî li wan deveran ne başe û ji ber wê rewşê em dilgiran in. Em piştevaniyê li bicîkirina emin û asayîşê li wan deveran dikin, em piştevaniya hikûmeta Bexdayê dikin ku emin û asayîşa hevwelatiyan li wan deveran biparêze û ya pêwîst be hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye cîbicî bike.

Hilbijartin li Kerkûk û deverên nakokdar û kêm bûna dengên kurdan

- Di pirosesa hilbijartinan de her tişt mimkine, em nikarin bêjin 100% hemû kursiyan bidest bixin yan na, diyar nîne. Tişta ku peywendî bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve heye, partiyên din li Kerkûk û deverên din lokal û baregayên wan hene, lê ew derfet ji PDKê re nehatiye dan; ne kampaniyay hilbijartina bike û ne jî lokal û baregayên xwe hebin, yek ji sedemêm ku PDK boykota hilbijatina li Kerkûkê kir, meseleya emnî bû.

Helwesta Hikûmeta Kurdistanê li ser bikaranîna çekên kîmiyayî li Suriyê

- Li ser vê pirsê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi giştî zelal e, hevwelatiyên Herêma Kurdistanê mezintirîn qurbaniyên bikaranîna çekê kîmiyayî ne, miletê me ji hem miletên din baştir di bikaranîna çekê kîmiyayî têdigehe, her gaveke bibe hokarê hindê ku welat çekê kîmiyayî bikar neînin, em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştgiriyê lê dikin bi hêviya ku tixûbek bê danan û bi tu awayî çekê kîmiyayî li deverê nehê bikaranîn. Mezintirîn qurbaniyê bikaranîna çekê kîmiyayî gelê Kurdstana Îraqê ye.

Namzadeyên kurd li ser lîsten Îraqê û bandora wan li ser guhertina nexşeya siyasî û dengên PDK

- Hilbijartin, hilbijartinên parlamentoya Îraqê ye, her qewareyeke siyasî û her partiyeke siyasîya Îraqê dikare kandîd li Herêma Kurdistanê hebin û partiyên Kurdistanê jî dikarin kadîd li Besre, Bexda û deverên din yên Îraq hebin, lê eger merem jê ewe ku vê pirsê em dilgiran kirine, nexêr em pê nerehet nebûne.

Destpêkirina geştên hewayî navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê

- Bi destpêkirina geştên asîmanê navbera Taran, Hewlêr û Silêmaniyê em kêfxweş in, ev karekî başe û em bi vê gave dilxweş bûn. Têkeliyên me digel Taran baş in, bi awayekî giştî, têkeliyên me bi welatên cîran re baş in, em lêdixebitin geştên asîmanî navbera Tirkiye û Silêmaniyê jî dest pê bikin.

Serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Enqereyê û dîdara bi serokomarê Tirkiyeyê re

- Wezîrê pilandananê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwandina wezîrê aboriyê Tirkiyeyê serdanan Engereyê kir û di çarçoveya wê konferensê de derfet hebû digel cenabê serokomarê Tirkiyeyê biaxivin, em bi vê yekê dilxweş in. Em li bendê ne gavên din jî bên avêtin ku têkeliyên navbera Enqere û Hewlêrê normal bibin ku heta niha ber bi asayîbûnê diçe. Tirkiye ji bo me welatekî giring e û Herêma Kurdistnê hertim dixwaze têkeliyek baş digel Tirkiyeyê hebe.