Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 30 APR 2024 12:12 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr: Civînên navbera Hewlêr û Bexdayê destpêkeka baş e

WED, 17 JAN 2018 21:14 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çareşrem 2018-01-17 naveroka civîna Encumena Wezîran û herwiha pirsên Kurdistan, Îraq û cîhanê bo raya giştî xiste berçav.

Encumena Wezîran roja çarşem 2018-01-17 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî,  bi berhev bûna Qubad Talebaî Cîgirê Serokwezîr û endamên kabîneyê civiya.

Piştî civîna Encumena Wezîran, Serokwezîr li kombûna rojnamevanî behsa destpêkirina danûstanên teknîkî navebar Hewlêr û Bexdayê kir bi teybetî derbarê derî yên sinor, bendavan, petrol û mûçe yên her du wezretên tendirusî û perwerde, ku parek ji civîna Encûmena wezîran bû.

Serokwezîr bi giring zanîna danûstanên komîte yên teknîkî navbera hewlêr û Bexdayê hêvî xwest bi zûtirîn dem arîşe yên navbera her du aliyan bihên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişande ser têkiliya telefonî tevî Rex Tillerson Wezîrê derveyê Amerîkayê û seredana xwe ji bo Vatîkanî û civîna tevî Qedaseta Pop Frencise, ku hewlên navdewletî ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û her wiha bi hev re jiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê babetên sereke bûn.

Serokwezîr her wiha dilgarniya xwe derbarê vekişana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Hikûmeta Herêmê nîşan da û got niha demê vê yekê nebû û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi yekêtiyê heye û vekişandina wan di berjewendiya Herêma Kurdiatanê û welatiyan de nine û biryareka dirust jî nebû.

Her wiha derbarê helbijartinên Herêma Kurdistanê jî got me mehekê berî niha di nameyekê de ji bo Parlemantoya Kurdistanê daxwaza encamdana hilibijiratinan kiribû. Her wiha ji bo diyar kirina mekanîzma sazkirina hilbijartinan jî em du car tevî Komîsiyona Hilbijartinan civiyan û biryar e ji bo diyar kirina dema hilbijartinan, hikûmet tevî parlemato û komîsiyonê bicive.

Serokwezîr derbarê “pirojeya xixmet”ê jî  ku ji aliyê Cîgirê Serokwezîr li civîna Encumena Wezîran hatibû pêşkêş kirin, got pirojeya nirxandinê ye û çend salan berî niha kar jê re hatiya kirin û bi vê pirojeyê çawaniya xizmetkarî ji aliyê sazî yên hikûmetê dihê diyakirin.

 Li bersiva pirsyara rojnamevanan derbrê hewlên Emanuel Macron Serok Komarê Firansayê ji  bo hevdîtina navbera Serokwzîrên Herêma Kurdistanê û Îraqê got haydarê ve yekê nine, lê em tevî Alamnya û Feransa derbarê rewşa Herma Kurdistanê û têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hêl in û çi pilanek jo bo  vê civînê nine.  Em li dema çend rojên din beşdarê  kombenda Davosê dikin.

Serokwezîr her wiha got têkilî yên me tevî Tirkiye û Îranê li berawird tevî mehekê berî niha baştir bûye û bi bawera min di demekê nêzîk de baştir jî dibe.

Derbarê bûdceya Îraqê ji bo sala 2018 got Herêma Kurdistanê dixwaze bi awayekê dadwerane pişka xwe ji bûdceyê werbigire. Em daxwaza mafê xwe dikin, ne pitir û ne kêmtir. Li civîna Sindûqa Navdewletiya Dirav pêdagirî li ser pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Îraqê hatiye kirin û bi Bexdayê jî hatiye gotin ku divê pişka Herêma Kurdistanê bi çi awayekê be. Daxwaza me jî  bi cih anîna wê ye.

Serokwezîr li bersiva pirsyarkê ev yeke ret kir ku Bexdayê 450 Milyar Dular xistibe ser hijamara bankî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got me çi hijmareka bankî li wê derê nine heya ku pare bixin ser vê hijmarê. Ev yeke jî ret kir ku Hikûmeta Herêna Kurdistane pare daye ENKS û endamekî Mekteba Siyasî ya YNK.