Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 28 APR 2024 21:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr û şandeyeka Amerîkayê pêdagirî li ser pêş xistina têkiliyên du alî kirin

WED, 18 APR 2018 10:32 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2018-04-17 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê taybetê Serokê Amerîkayê li şere dijî DAIŞê û şandeka pê re kir, ku ji Silliman Douglas  Balyozê Amerîkayê li Îraqê, Andrew Pick Alîkarê Wezîrê Derve ji Îraq û Îranî, Ken Gross Konsulê vî welatî li Hewlêrê u hijmarek dîplomatên Amerîkayê pêk hatibû.

Li hevdîtinekê bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, şandeya mêvan destxweşî ji destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir ku bûye sedema asayî bûna têkiliyên navbera her du aliyan, vekirina balafirgehên Kurdistanê û şandina parek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê.

Şandeya Amerîkayê pêdagirî li ser berdewam bûna tîkiliyên tevî Herêma Kurdistanê û giringiya pêş xistina têkiliyan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spas kirina vê serdanê û piştîvaniya Amerîkayê ji bo destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê, pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirîkan bi rêya diyaloq û danustanê kir.

Herwiha got Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkilî yên tevî Amerîkayê dide û ji bona pêş xistina têkiliyan li hemû waran hêsankariyê dike.

Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û hilbajrtinên Îraqê  li kirin, ku biryar le 12 meha Gulanê bihê sazkirin.